8 Mart

Doza hemû jinên cîhanê yek doz e


Fehime Silêman

Ger em bi nêrîneke giştî li dîroka mirovahiyê binêrin û bi taybet di der barê dîroka jinê de lêhûrbûneke rast çêbikin emê tebigihêjin ku doza giştî jinên cîhanê yek doz e. Li gorî ku hatiye vedîtin; dewleta yekemîn a ku civak dabeşî du perçeyên dijhev kiriye dewleta Sumeriyan bû ku di şexsê jinê de koletiya civakê ji koledaran re daye pêkanîn. Jin di dema Sumeriyan de ku 3000 sal B.Z’ê ye ji rewşa xwedawendiyê daketiye rewşa cadûkariyê, ji asta rêvebera civakê ketiye asta xizmetkara bê destheq.

Piştre di demên ku olên yekxwedayî derketine, jin bi şikestineke din re rûbirû maye, ji rewaşeke xirab ketiyeke rewşeke xirabtir ku ji aborî, siyaset, rêveberî û her tiştê ku jê fêm dike dûr hatiye xistin û tenê rola wê di asta xizmeta zilam û çêkirin û mezinkirina zarokan de hatiye bi sînorkirin. Di demên olên yekxwedayî jin bûye koleya koleyan ku di bin navê şerîeta xwedê de jin bûye nîv mirov û ji mafên wê yên bingehîn hatiye bêpar kirin, bi navê fitneyê hatiye kevirkirin, bi navê zewaca rewa hatiye tecawîz kirin, bi navê şermê bûye namûsa zilam û li ser laşê wê bazar hatiye kirin. Şikestina sêyamîn ya ku jin di dema niha de jiyan dike jî, sîstema modernetiya kapîtalîst e ku jin di bin navê azadiya bê ser û ber de kiriye meteriyal û tenê ji bo berjewendiya sîstema xwe ya sermayedar jin weke meta bikar aniye.

Di nava van rastiyên hatine jiyankirin de, pêwîst bû ku serî hildanên jinan car caran pêk werin, wek ku çawa jinên Bajarê Niyoyorkê yê Emerîka di 8’ê Adara 1857’an de serî li hember zordariya xwediyên kargehên tekstîlê rakirine ku xwestine wekheviyek di navber kedkarên jin û kedkarên mêr de pêk were, ku saetên karê jinan ji yên zilaman zêdetir bû û destheqê wan ji yê zilaman kêmtir bû. Di encama vê serhildanê de jî, xwediyên kar bi alîkariya dewletê 129 jin di hundir karegehê de zindî zindî şewitandin. Serhildana jinan di rastiyê de ne ji bo destheqê tenê bû, lê belê serhildan li hember zihniyeta zilamtiya serdest a desthilatdar a ku sedema windabûna dadmendiya civakî bû.

Ew serhildana ku jinên Niyoyorkê pêşxistine ne ya yekemîn bû û ne jî ya dawiyê ye. Li hember zilm û zordariya li ser cinsê jinê hatiye meşandin hertim şoreşan dest pê kiriye lê bi zanebûneke zayendîparêz a desthilatdaran şoreşên jinan hatine vemirandin. Tevgera Azadiyê jî ya ku bi pêşengtiya Rêberê gelên Kurdistanê Rêber APO bandora xwe li ser milyonan kurdan û aliyên demokrasîxwaz kiriye doza jinê kiriye yek ji rêgezên bingehîn a paradîgmaya xwe. Rêber APO azadiya jinê bi awayekî pir kûr û berfireh girtiye dest û azadiya civakan di azadiya jinan de kilît kiriye. Li ser vê bingehê, mîraseke demdirêj a têkoşîna azadiya jinên kurd hatiye avakirin. Ji rêxistinbûna xweser, jin derbasî artêşbûna xweser bû, ji wir jî derbasî pastîbûnê bû, piştre jinên kurd di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, di kesayeta artêşa YPJ’ê de ku li hember hêza herî tarî û hov sekiniye, li ber xwe daye, û şerê azadî û rizgariya welat kiriye û gihêştiye asta fedakariyê ku Arîn Mîrkan mîna Bêrîtan, Ronahî, Sema bû sembola azadiya jinê, jinên kurd bûn pêşengên têkoşîna jin li seranserî cîhanê û ketin şopa riya Roza Loksemburg, Klara Zetkin, Xwîşkên Mîrabel, Sakîne Cansîz, Newal El-Sedawî û bi sedan jinên ku xwîn û xwêdaneke pîroz di têkoşîna azadiyê de dane.

Ji bo wê jî pêwîste ku em zanibin doza jinê ne ya hin deman an hin welatan an jî hin netewan e, doza jinê dozeke cîhanî ye ku rastiya zayendîparêziya civakî derdixe holê û nexşerêya çareseriyê di rêgezên rizgarkirina jinê ji hemû cure koletiyê de nîşan dide ye. Divê em ji bîr nekin ku hemû jinên cîhanê yek jin in û divê bi yek dengî û yek rengî li dijî tundiyê bisekinin heya ku wekhevî, dadmendî û aştiya cihanî pêk were. Divê biryara jinan ew be ku sedsala 21’an bibe sedsala azadiya jinê û dîroka dayîksalariyê ji nû ve bi destê jinan were nivîsandin.
8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar li hemû jinên cîhanê pîroz be.